HDPê li ser kuştina 13 dîlên li Garê bang li Tirkiye û PKKê kir  

.

Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser kuştina 13 dîlên di destê PKKê de, bang li Tirkiye û PKKê kir bûyerê ronî bikin û berpirsiya kîjan aliyê tê de hebe ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.

HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, “Neku deshilatdarî ji partiya me hesab bipirse, pêwîste hesab bide civakê. Di heman demê de PKK jî divê dîlên di destê wê de ku ji wan berpirse çawa can dane û berpirsiya wan çi ye ji Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re eşkere bike.”

HDPê herwiha sersaxî ji malbatan re xwest û bang li PKKê kir ku çi dîlên di destê wan de hebin serbest berde û nehêle di nav şer û pevçûnan de bimînin û jiyana wan nekeve metirsiyê.

HDPê diyar kir ku ji bo pêşîgirtina mirinan tekane rêya encam jê bê standin dawîanîna polîtîkayên şer û bi rêyên demokratîk û aştîyane çareserkirina pirsa Kurd e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin