HDPê: Dê pêvajoyeke nû ya çareseriyê çêbibe

Hevserokê nû yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê de axivî û got, ‘Belê wê çêbibe’.

Hevserokê HDPê Temellî di hevpeyvîneke digel ArtiGerçekê de, li ser pirsa ‘Gelo dê pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê bike?' hêviya xwe anî ziman û got, ‘Belê wê çêbibe. Lê vê carê ji cihekî ku tevahiya civakê û dînamîkên wê digel dijberiyê bibin yek dest pê bike."

 

‘EM DIKARIN LI WELATÊ HEVPAR LIGEL HEV BIJÎN'

Temelli di bersiva xwe de bal kişand ser nêrîna HDPê ya ser ‘Li welatê hevpar avakirina komara demokratîk' diyar kir ku HDP ligel hemû êrîşkarî, dijberî û siyaseta rageşiyê jî dibêje, em dikarin ligel hev bijîn.

‘TIFQA AKPÊ NIKARE 40%Ê DENGAN JÎ BISTÎNE'

Hevserokê HDPê herwiha li ser tifaqa AKP-MHPê ya ji bo hilbijartinên seroktiyê jî got, her çiqas AKP û partiyên ku bi wan re tifaqê dike, hesabê sedî 51ê dengan dikin jî zehmete ku ji sedî 40 jî bistînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin