HDP Û Herema Kurdistan Wê Çi Gotûbêj Bikin?

“Serdana şanda HDPê di heyameke ku êriş li ser destekeftiyên Kurdan hene, gelek girîng e.”

Nûnera HDPê li Herêma Kurdistanê mijarên civînên şanda HDPê li gel aliyên Herêma Kurdistanê aşkere kirin û ragihand, “Serdana şanda HDPê di heyameke ku êriş li ser destekeftiyên Kurdan hene, gelek girîng e.”

Nûnera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muzeyen Guneş, derbarê serdana şanda HDPê bo Herêma Kurdistanê de axivî û got ku li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê li hemû aliyan li dijî destkeftiyên Kurdan êriş hene û diyar kir, “Ji ber hindê di vê heyamê de ev serdan gelek girîng e.”

Muzeyen Guneş diyar kir ku şanda HDPê dê li gel hemû serkirde, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Herêma Kurdistanê bicive û diyar kir, “Armanc ew e ku ji bo çareserkirina kêşeyên heyî qet nebe gaveke erênî bê avêtin û destkeftiyên Kurdan bên parastin. Herwiha dê pîrozbahî li hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê kirin. Em operasyonên li ser axa Başûrê Kurdistanê, em weke dagirkirina Kurdistanê dibînin. Li gel van, kampa penaberan a Mexmûrê heye ku niha hemû derî li ser hatine giritn û di bin dorpêçê de ye.”

Nûnera HDPê aşkere kir ku şanda HDPê pêşiyê dê li gel Serok Mesûd Barzanî û piştre li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. Herwiha nûnera HDPê diyar kir ku daxwaza wan heye ku li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kom bibin.

Nûnera HDPê ya li Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş, aşkere kir ku biryare şanda HDPê roja Duşemê, serdana bajarê Silêmaniyê bike û li wir li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û beşek ji aliyên siyasî yên li wî bajarê Kurdistanê civînan pêk bînin.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye