HDK: Hevahengiya partiyên kurdan ne di asta pêwîst de ye

Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) dilgiraniya xwe nîşan da, ku piştî êrişa mûşekî ya li ser bingehên wan jî, hevahengiya hêzên Rojhilatê Kurdistanê weke pêwîst nîne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) di daxuyaniyekê de li ser bidawîbûna pilenyuma Komîteya Navendî ya HDKê, piştî êrişa mûşekî ya beriya du hefteyan diyar kir ku hêza wan a pêşmerge weke berê di meydanê de ye.

 

HDK herwiha tekez dike ku armanca wan a sereke, careke din bihêzkirina zemîna xebata sivîl û cemawerî ye li dijî Komara Îslamî ya Îranê ji bo rûxandina desthilat.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) ragihandiye ku ewlehiya endam û malbatên wan li kampên Başûrê Kurdistanê li stûyê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye ji bo dubarenebûna bûyerên weke mûşekbaranê.

 

Herwiha HDKê dilgiraniya xwe nîşan daye ku piştî êrişa mûşekî ya li ser bingehên wan jî, hevahengiya hêzên Rojhilatê Kurdistanê weke pêwîst nîne. HDK bêyî ku navê ti aliyekî bîne ziman, dibêje ku hinek alî li ser takrewiya xwe û berxwarkirina rastiya vê bûyerê berdewam in.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin