Haşdî Şa’bî ji Kerkûkê vedikişe

Hat ragihandin ku Haşdî Şa’bî û leşkerên Iraqê ji bajarê Kerkûkê vedikişin.

Di şûna Haşdî Şa’bî û leşkerên Iraqê de wê polîsên federalî karê asayîşa Kerkûkê bike. Li aliyê dinê, bo şopandin û îdara Kerkûkê, Dûzxurmatû û Xaniqînê ji aliyê Amerîka de odeya sê qolî hat pêşniyarkirin lê hêj Ebadî bersiva vêya nedaye.

Eger ev daxwaz were cî, wê Kerkûk, Xaniqîn û Dûzxurmatû ji aliyê her sê hêzan ve bên birêvebirin û asayîşa wan bê temînkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî hevdîtina Emerîka û Haydar Ebadî hate sitendin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin