Haley: Amerîka bi zorê Esed ji desthilatê nayîne xwarê

Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley derbarê siberoja Serokê Sûriyê Beşar Esed de got: "Niha li ser desthilatê dimîne. Amerîka bi ti awayî hewl nade wî bi zorê ji ser desthilatê bîne xwarê."

Li ser pirsekê ku di 2017an de Amerîkayê dixwest rejîma Sûriyê bê guhertin. Nikki Haley got: “Xeyalkirina Sûriyeke ku Esed li ser desthilatê be zehmet e, lê li gor min niha li ser desthilatê dimîne.”

 

Nikki Haley tekez kir ku Amerîka bi ti awayî hewl nade Esed bi zorê ji ser desthilatê bîne xwarê, lê dîsan jî wiha nafikirin ku bimîne û got: "Ne mimkûn e gelê Sûriyê rê bidin ku li ser desthilatê bimîne. Herwiha ne mimkun e Îranî, Rûsî yan hineke din jî wiha bifikirin ku mana wî baş be. Bi baweriya min çûna wî meseleya demê ye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin