HAK-PAR, PAK, PSK: Me Jenosîda Helepçeyê Jibîr Nekirîye û Em Jibîr Nakin

Em şehîdên Helepçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîr tînin.

"32 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helepçe ya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Di dema jenosîda Helepçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.

Piştî 32 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam û kuştin, neheqî û wêranîyan dibe.

Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.

Lê ne jenosîd û qetlîamên Helepçe û Enfalan, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Divê hemû Kurdên cîhanê jibo ku Helepçe wek jenosîdekê bê qebûl kirin, daxwazê ji Netewên Yekbûyî, ji Yekitîya Ewrûpa û ji hemû dewletên cîhanê bikin.

Em di 32yemîn salvegera jenosîda Helepçeyê de qesas û alîkarên vê jenosîdê rûreş dikin.

Em şehîdên Helepçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîr tînin. "

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin