Guterres: Cîhan Nikare Şerekî Din yê Kendavê Ragire

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN) Antonia Guterres li ser rewşa ku bi kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran bi operasyonaPentagonê daxuyanîyek nivîskî da.

Navenda Nûçeyan- Guterres destnîşan kir ku her dem parêzvanîya kêmkirina alozîya li kendavê kirine. Lê bi alozîya dawî pir bi fikar in.

"Neha ew dem e ku serokên alîyan xwe aram bikin. Cîhan nikare şerek din li kendavê ragire" got Guterres.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî bi Serokê Rusya Vladimir Putin re bi telefonê axvî.

Qesra Elysee ragihand ku Macron ji hemî alîyan xwestîye ku jibo alozîyê berztir nekin banga îtidalê kirîye.

Kremlîn jî ragihand ku Serokê Rusya Vladimir Putin, di axaftina bi Macron re xemên xwe anîye ziman ku êrîşa dawî dikare bibe sedema rewşa xerabtir ya heremê.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jibo kêmkirina alozîyê, bi karbidestên Amerîkî û Îranî re axivî.

"Operasyona Amerîka di encama hin provakasyonên bi xeter rû da. Lê ev êrîş alozîyê kêmtir nekir. Em nikarin encama bandora wê li ser deverê bipên" got Mass.

Wezîrê Derve yê Almanya destnîşan kir ew hemî rêyên dîplmatîk diceribînin. Herwiha jibo kêmkirina alozîyê bi hevtayên Fransa û Brîtanya û dewletên Ewrûpî re di nav peyvendîyek xurt de ne.

Serokwezîrê îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî serdana xwe ya Yunanîstanê di di nêvî de hîşt û vegerîya Îsraîlê.

Netanyahu, Serokê Amerîkayê pîroz kir û got "Çawa ku mafê parastinê ya Îsraîlê heye, Amerîka jî xwedîyê heman mafî ye."

Dengê Amerîka

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin