Guterres Banga Bidawîkirina Hemî Şerên li Cîhanê Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga bidawîkirina şerên li cîhanê kir.

Navenda Nûçeyan -  Guterres li New Yorkê dîyar kir ku divê herkes bala xwe bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona.

‘’Çekan rawestînin, êrîşên bi topan bi dawî bikin, êrîşên esmanî bisekinînin.’’ Guterres got.

Wî dîyar kir ku ji rêberên G20 re nameyek nivîsîye û daye zanîn ku ger pevçûna li hin herêman raneweste, ew nikarin rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.

Li gor pêzanînên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketîye canê pirtir ji 380,000 kesan û 16574 kes kuştine.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin