Gundewarên Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

.

Her du gundên Kaniya Tû û Keşan ku li sînorê qezaya Batîfayê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ne, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve îro hatin topbarankirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, do êvarî topxaneyên artêşa Tirkiyê bi qasî saetekê gund topbaran kirine.

Çavkaniyan dan zanîn, çend guleyên topê kêmtir ji 500 metran ji gund û cihê niştecîbûna sivîlan ketine û tu zerarên canî çênebûne, lê ji ber topbaranê akinciyên gund gelek tirsiyane.

Herwiha çavkaniyekî destnîşan kir, piştî topbarankirina gundê Keşanê, artêşa Tirkiyê bi 20 gulleyên tope gundê Kaniyatû jî topbaran kir, lê tu zerarên canî çênebûne.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye