Gundewarên Eyn Îsa ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

.

Gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê ve, hat topbarankirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, ji gundewarên Grê Spî, gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê, herwiha rêya M4 a navdewletî topbaran kirin.

Derbarê ziyanan heta niha tu zanyarî nehatine belavkirin. 

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar têkeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew ê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut bibe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye