Gundekî din ê Duhokê ji ber şer hat valakirin  

.


Gundekî din ê Duhokê, ji ber şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, hat valakirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî; ji ber şerê di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de, li deverê û bombebarana tund a artêşa Tirkiyê, şeva borî gundê Kêste yê li sînorê Kanî Masî bi temamî hate valakirin û şêniyên gund ji ber rewşa metirsîdar a şer, mal û milkê xwe bi cih hiştin û ji gund derketin.

Herwiha agahî diyar dikin, çend roj in ew gund bûye qada şer û pevçûna navbera PKKê û artêşa Tirkiyê û tirs li nav şêniyên gundên hemû deverê de belav bûye.

Heta niha ji ber şerê PKK û Tirkiyê, bi dehan gundên Duhokê wêran û vala bûne û ziyanek mezin gihîştiye xelkê wê deverê. Ji bilî kavilbûna gundan, bi dehan sivîl jî şehîd û birîndar bûne di wî şerî de.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin