Gulê were dawetê; ’Tarîfe’ya cezayên pere yên mebûsan dîyar bû!

Mebûsên ku di axaftina xwe ya Meclîsê de gotina ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ û ‘tevkujîya Ermenîyan’ bi kar bînin dê bi 12 hezar cezayê pereyan bihên cezakirin.

Ku pêşnîyazên AKP û MHP yên derbarê guherandina nîzamnameya navxweyî ya Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê bihên qebûlkirin; mebûsên ku di axaftina xwe de navê kurd û Kurdistanê bi kar bînin dê ceza werbigrin û ev ceza cezayê pereyan e û miqdara wê jî 12 hezarên TL ye.

Ku mebûsek cezayê îqazê werbigre ji meaşê wî/wê sêya yek yanî 6 hezar TL dê bihê birrîn.

Ev ceza her weha ji bo wan wekîlên ku di meclîsê de pankrat vebikin û heqaret bikin jî derbas dibe.

Serok û wekîlênserokê meclîsê yên civînê îdare dikin ku mebûs li wan sixêf, tehdît bikin ew mebûs nikarin bêşdarê sê civîna bibin û bi 12 hezarê TL dihê bên cezakirin.

Yên di Meclîsê de şer bikin, sîle li hev bixin, porê hev bikşînin û hêk bavêjin ew jî dikevin kategorîya ‘cezayê giran’

Mebûsên ku çek/debanca li ser xwe bigerînin berê dê bi 6 hezar cezayê îqazê û ew bi çek bikevin civîna meclîsê dê bi 12 hezarî bihên cezakirin.

Mebûsên ku di axaftina xwe ya Meclîsê de gotina ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ û  ‘tevkujîya Ermenîyan’ bi kar bînin dê bi 12 hezar cezayê pereyan bihên cezakirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin