Grûpên çekdar hewl didin ciwanên Efrînê bibin şerê Lîbyayê

Grûpa Siltan Murad ku bi navê Emşat tê naskirin daxwazê li xelkê Efrînê dike ku biçin li Lîbyayê şer bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku grûpa Emşat, roja 6ê tîrmehê, gundîyên Şîyê li ser rêya Sereke ku jê re rêya Hemamê tê gotin kom kirine.

Seyfedîn el-Casim, birayê Ebû Emşe fermandarê grûpa Siltan Silêman Şah daxwaz li gundîyan kirîye ku zarokên xwe bişînin Lîbyayê da ku li wir şer bikin.

Seyfedîn el-Casim gotîye gundîyan bila zarokên we biçin Lîbyayê şer bikin û mehane 2 hezar dolar werbigirin li şûna ku hûn li benda werza zeytûnan bin.

Li gor raportên ku şandina çekdaran ji alîyê Tirkîyê bo Lîbyayê dişopînin, hejmara çekdarên Sûrî li Lîbyayê ji 15 hezar çekdar zêdetir bûye.

 

 

Siyaset Haberleri

Tezkereya Iraq û Sûriyeyê li Meclîsê hat pesendkirin
Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir