Graham: Hêvîdar im Trump li ser Sûriyê piralî difikire

Piştî teqîna Minbicê, Senatorê Komarî Lindsey Graham got: "Hêvîdar im ku serok piralî difikire ka rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe."

Piştî teqîna Minbicê ku di encamê de nêzîkî 20 kesan canê xwe ji dest dan û di nav de 4 serbazên Amerîkî jî hebûn, Senatorê Komarî Lindsey Graham got: "Hêvîdar im ku serok piralî difikire ka li Sûriyê rewş ber bi ku ve diçe."

 

Li gor medyaya Amerîkayê, Graham bal kişand ser wê yekê ku êrîş li nav xwaringeheke nêzîkê serbazên Amerîkayê hatiye kirin û gotiye: "Wiha bizanim heman xwaringeh e ku di serdana xwe ya Sûriyê de ligel Kurd û Ereban çûbûne wê derê."

 

Graham daye xuyakirin: "Her welatiyekî Amerîkayê dixwaze bibîne ku leşkerên me vegeriyane malê. Lê em hemû dixwazin piştrast bin ji wê yekê ku dema leşkerên me vegeriyan, ewlehiya me parastî be. Mirovên wê derê ku rûniştine û nikarin biaxifin dê çawa ewlehiya me hebe nizanim. Hêvîdar im Serok baş difikire ka li Sûriyê rewş ber bi ku ve diçe."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin