Bila serê şikestî di bin kum da be.
Bila serî saxî be, qûn tazî be.
Bila siûda mirov hebe, bila çavekî mirov tunebe.
Bila sor be, bila pênc quriş kêm be.
Bila Şaqolî ne peya be; bila li çêlekê siwar be.
Bila şêr te bixwe; xwe mavêje bextê rovî.
Bila rê be, bila dûr be.
Bila rê be, bila dûr be; bila bîr be, bila kûr be.
Bila rê be, bila dûr be, bila bihur be, bila kûr be.
Bila rûmet li cî be; bila parî nîvcî be.
Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê.
Bila rûyê mirov biêşe, ne dilê mirov biêşe.
Bila serçaw ji te ra be; binçaw ji min ra be.
Bila serê meriv here, şorê meriv nere.
Bila serê min bi şar be, dilê min bi jehr be.
Bila serî hebin, kum zef in.
Bila sihûda mirov hebe, bila çavên mirov tunebe.
Bila sihûda mirovan hebe, bila çavekî mirovan tunebe.
Bila sihûda mirov hebe, bila alîkî mirov tunebe.
Bila simbêl bi don be, bila serî bi xwîn be.
Bila şarê pirepir be, bila zikî qurequr be.
Bila şewata ruyan be, ne tîra dilan be.
Bila şêr pişta mirov bişkîne; ne ku rovî devê mirov balêse.
Bila şerê şûvê be, ne qopqopa bênderê be.
Bila şêrê rokê be, ne rovîyê salekê be.
Bila şîn di malan da be, şer ne di malan da be.
Bila şûna te li her derê hebe.
Bila têrîya te, ji bêrîya te be.
Bila xirabî ne alîyê min da be, bila alîyê dijmin da be.
Bila Xwedê bi mirov ra yar be; bila şûrê mirov dar be.
Bila Xwedê, kurê xirab nede merîyan.
Bila Xwedê yar be; bila dinê neyar be.
Bila Xwedê yar be, dinya hemî bila neyar be.
Bila xweş be, gula geş be.
Bila xweş be, gula govenda be.
Bila xweş be, li ber roja reş be.
Bila xweş be, li paş be.
Bila xweş be, rûyê wî reş be.
Bila xwîndar bim, ne deyndar bim.
Bila tu xweş bî, gula siwara bî.
Bila were, bila gilgil be.
Bila tûrik tije be, bila kevir û şel be.
Bila yek be, bila pak be.
Bila yek be, bila xêr be.
Bila yê dehê li ser yê nehê be.
Bila zewac bi dil be, bila tûrê parsê li mil be.
Bila zêr be, bila mezel be.
Bila zikê mela bel be, bila giha û pel be.
Bila zikê mirov têr be, bila ji qalikê dar be.
Bila zikê min têr be, bila bi qalikê dêr (dar) be.
Bila zikê wan têr be, bejna wan nû be.
Bila zikî bel be, tijî kel û pel be.
Bilbil, bi dengê xwe; mêrxas, bi cenga xwe.
Bilbil kirin qefesa zêrîn, got: ”Ax wetan, wax wetan!”
Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotîye; ”Ka gula min a bibîn!”
Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotîye; ”Ax welatê min!”
Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotîye ´ax welat, ax welat´
Bilxur kişî bi legenan, tişt neket nav didanan.
Bilind firî (ya), nizim ket.
Bilind firî, li rêxa biharê şemitî.
Bilind firîm, jêr da ketim.
Bilind mefire; tê nizim bikevî.
Bilind nenêre, nizim nekeve.
Bilûra li ber gay e.
Bilûra li ber ga, çira li ber kora ye.
Bilwilkî di devê wî da ye, nizane bêje.
Bin bênderê, para mirîşkan e.
Binê beroşê nexwe; wê di daweta te da berf bibare.
Binê beroşê, para zirava delalî ye.
Binê tûrikê mirov qul be, mirov têr naxwe.
Bipirse, netirse.
Bipêje, hê birêje.
Bira avis bî, bira dereng bî.
Bira bext hebe, bira çavkor be.
Bira bejna merîyan kêm be, zikê merîyan kêm nebe.
Bira bêjin ker (r) e, nebêjin ker e.
Bira qedrê mêran hebe, bira bi gûzeka kor be.
Bira neçe li pişta gura.
Bira mezelê merîyan xirab be, halê merîyan xirab nebe.
Bira meriv sirgûnê welatê xwe be; ne padîşahê welatê xelkê be.
Bira mirov cînarê kafiran be; ne cînarê merîyê nezerokî be.
Bira xatirê te hebe; bira gûzek be, bira ew jî pûç be.
Bira xirabî ne di alîyê min da be; bira di alîyê dijmin da be.
Bira yek be, bira pak be.
Biratî xweş e bi baran; hesab xweş e, bi misqalan.
Biratî xweş e rasta rast, ne bi fetl û fîtûl.
Birayê xwarinê, xeydan e.
Birçî bû, têr nabe; têr bû jî, birçî nabe.
Birçî, destê xwe dikin koza êr (agir).
Birçî, direvin der; tazî, direvin hundur.
Birçî, ji harbûyîyan xirabtir e.
Birçî namire, lê çav tarî dibe.
Birçî, nên li ber xwe dibîne.
Birçî rûnê, têr rabe.
Birçî ye, wek gurê har e; tazî ye, wek mar e.
Birçîbûn, (ne)birayê herkesî ye.
Birçîbûn, sofîtîyê nahêle.
Birçîbûna hinekan, zikdan e; û ya hinekan, çokdan e.
Birçîyan nan xîyal e.
Birçîyan neşixulîne, têran neqeliqîne.
Birçîyo, ji min birçîtiro; serê kerê li min bigiro.
Birîn xwe dêşîne.
Birîna hevalan, tîra kendalan.
Birîna li hevalan, mîna ye tîra li kendalan.
Birîna mirov bi xwe nexurîne, rehet nabe.
Birîndar bi birîna xwe zane.
Birîna kahûra (xencer, qeme), dipije; birîna xebera, napije.
Birîna kêran, dipije; birîna çêra, napije.
Birîna min, min keder tê.
Birîna sê (se- kuçik) ra, goştê sê derman e.
Birîna şûra, ji birîna şora (gotina kirêt) kûrtir e.
Birîna şûran, qenc dibe; lê birîna neyaran, qenc nabe.
Birîna qama (xencer) qenc dibin, dewsa xebera sax nabin.
Birîna xeberan, ji birîna şûr xirabtir e.
Birîna xenceran, dicebire; birîna xeberan, nacebire.
Birîndar, bi birîna xwe zane.
Birîndar, êşa birîna xwe dizane.
Biratî xweş e bi baran, hesab xweş e bi misqalan.
Birka qul be, binî av nagire.
Bireka te ye; tu çawa dixwazî, bibire.
Biroşê (beroş) ku para min tê da tunebê, zêhêr têda be.
Birûsk, bi jendina xwe rewş e.
Birûyê min şe dikî, lê çavê (-ên) min derdixî.
Bistanê ku bi ava piştê hêşîn bibe; bi lehîyê jî xera dibe.
Bistire bistire, dengxweş.
Bi girînê, mirî ji goran ranabin.
Bi qûnşûştinê gunehên mirov paqij nabin.
Bi roj, bilbil e; bi şev bişkûl e.
Bi roj devê xwe bigire, bi şev derê xwe bigire.
Bi roj nalenal e; bi şev, hespê fal e.
Bi roj, pîre´vok e; bi şev, şemamok e.
Bi roj winda kirîye; bi şev lê digere.
Bi rojê ronahîyê li ber min ne êxe. (vêxe)
Bi silavan hec qebûl nabe.
Bi sê awayan mêr hene; ker, kûçik û mêr.
Bi sêwîyan neke, tê serê zarûkê te.
Bi sêwîya neke, tê serê lawê te; bi bûka neke, tê serê qîza te.
Bi şev rêwî li rîyan, qeda li ber pîyan.
Bi şev rêwî li rîyan, qeda, bela li ber pîyan.
Bi şev şemamok e, bi ro pîrebok e.
Bi tajîyê xelkê, nêçîr nabe.
Bi tekbîr dikolin bîr.
Bi vê kerê, em nagihîjin bênderê.
Bi wê qûşê naçî Muşê.
Bi ya mezinan bike, cejnek berî te xwarine. Bi werîsê xelkê nekeve çalê.
Bi xatirê xatiran, xelk diçin ser olê kafiran.
Bi xazya (xwezîya), dest nagihîje baqê kezîya.
Bi xwezîya, dest nagihê baqê kezîya.
Bi xebera xweş, mar ji qula xwe derdikeve.
Bi xeberdana nerm, mar ji qulê tê der.
Bi xeberekî dikarî dilê sed mirovan ji xwe bihêlî, lê nikarî dilê mirovekî bikirî.
Bi xelkê bişêwire, bi aqilê xwe bike.
Bi zorê ye, yan bi dorê ye.
Bi zorê nayê dayînê, lê bi zorê tê sitandin. (29)
Çavkanî
Mem û Zîn, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan
Zubritski, Mitropolski, Kerov - İlkel Topluluk, Köleci Toplum, Feodal Toplum, Sol Yay. 1980, Ankara, s. 11-14, tirkîya wê: Sevim Belli.
Bahoz Şavata, Kürdlerin Tarihi, cild I, İsmail Beşikçi Vakfı Y. 2015 İstanbul, s. 117- 126)
end. r. 127-130.
leo buscaglia, ”Kişilik Tümüyle İnsan Olabilme Sanatı” tirkîya wê, Nejat Ebcioğlu, İnkılap Kitabevi 1987, s. 75 İstanbul.
bertrand russel, İnsanlığın Yarını, Bilgi Y. 1972, Ankara, tirkîya wê: Akşit Göktürk, s.10-15
Cemşid Bender, Korku ve Cesaret - Kürt Tarihine Sataşanlar -, Berfîn Y. 1996, İstanbul.
J. Stalin, Leninizmin Sorunları, Sol Y. Ankara 1977.
Kitêba min ku li jor hatibû nivîsîn (Knd), r. 36, binêr Î. Beşikçî, ”PKK üzerine düşünceler”.
Tirkîya wê, Nezîr Cibo, Rûpelanu, 08.10.2018.
Ceribandinên (Denemeler) Montaigne, Weşanên Cem, r. 302, Kitêb I, beş XXVI.
Kazim Ozdemir, Kovara Gulistan h. 1, r. 86-88 2002 Stanbol.
Welatê Torî-Nêrgiza Torî, Kürt Kökeni Büyük Boylar, S. 157, Koral Y. İstanbul 1991.
Welatê Torî-Nêrgiza Torî, knd. r. 37.
Ord. Prof. M. Şemsettin Günaltay, Yakın Şark Elam Mezopotamya, S. 317, Türk T. K. Y.1987, Ankara.
A. Moret Des Clans aux empires.p. 273, M. Şemsettin Günaltay, eynî eser r. 526; jêdergirtî: Torî, Kovara War, H.3, r.12, 1998 Stanbul.
Doğu Anadolu ve Urartular, s. 25.
Welatê Torî-Nêrgiza Torî, knd. r. 16.
Welatê Torî - Nêrgiza Torî, knd r. 16-17.
Mehmet Uzun, Kovara War, hejmar 14, payîz 2003, r. 131- 145, Stanbol.
Ender Peker, ”Dİ PİRTÛKA PÎROZ DE MED” (Tewrat-Zebûr-Încîl), Weşana Enstituta Kurdî li Stockholm, 2022, r. 21.
end. r. 21-25.
end. r.48.
İ. Zeki Eyuboğlu, Anadolu Medeniyetleri.
kmnd. r. 171- 175.
Dergûşa Nasnameyê, Weşanên Skolverket, 2002 Stockholm / Swed.
B. Cassin, Nostalji, Çev. Seçil Kıvrak, Kolektif Kitap 2018.
Mısır´da Kürtler, Dürriye Runi, Mahmud Zayed, Mustafa Rud, wergêr jibo tırki, Harun Ünal, Nûbihar Y. 2015 Stanbol.
Jibo çavkanîya gotinên pêşîyan, xwendevan dikarin li Beş I binêrin.