Konê Reş
Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e...Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestan, danheva folklor û weşandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine naskirin...
Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêşengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin şert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata ku bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye.. bi dehan pirtûk li dor kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine.
Roja 26/11/2025, (89) sal di ser rojbûna (Prof Dr. Celîlê Celîl) re derbas dibe û piştî meheke din derbasî (90) saliya xwe dibe... Werim! Em di saxiya navdarên xwe de jî wan bibîr bînin.. Ne tenê di mirinê de em wan bibîr bînin û li ser wan bigrîn..! Bi helkeftina rojbûna Dr. Celîlê Celîl, ez û mamoste Deham Ebdulfettah wek wefadarî ji kar xebata wî re, emê di roja bûna wî de, li Qamişlo, navenda HEEK wî bibîr bînin û temenê wî pîroz bikin.
Ew kurê (Casimê Celil e:1908-1998), yêku yekî sereke bû di nav rewşenbîrên kurdên Sovyêta berê de û ji ronakbîrên pêşîn bû di nav nivîskar û rewşenbîriya kurdî di Ermenistanê de. Ew di roja 24/10/1998 an de, li Yerîvanê, komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê).
Dr. Celîlê Celîl, di roja 26ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li bajarê Yêrêvanê Ji dayika xwe çêbûye. Xwandina xwe a pêşin li wir xwendiye û jîyan û karê wan bi bajarê Yêrêvanê derbaskiriye.
Mala Casimê Celil ji şeş kesan pêk dihat: Casimê Celîl û kebaniya xwe Xanima Celîlû her çar zarokên xwe: Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yêrêvanê, di nava behra ermenîyan de wek dibistanek kurdî bû.. Her karê Casimê Celil bi jîyana rewşenbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber çûn û hatina kurdan, vekirî bû.
Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana...
Û wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û hedû xwîşkên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin xwedî kirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin...
Gelek nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê jî hatine çapkirin... Ji bona danheva folklorê kurdî, heftê du rojan; Şemîyê û yekşemê diçû gundên kurdan; Çîrok, stran û destan didanhev û dinivîsandin...
Di salên heyştêyî de, sê caran hatiye nav Kurdên Sûryayê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan bi navê (Zargotina Kurdên Sûrîyê) berhev û çap kiriye..
Di havîna 1982 an de, li Qamişlo, ez çav bi Dr. Celîlê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên sûriyê. Ji Heleb û Efrîne dihat û kalemêrekî Ezîdî ji Efînê di gel wî bû. Di vê carê de, min ew nas kir û bûm wek rêberekî pêre, di gel çend navdarên Qamişlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran ...Wî jî bê westan, şev û roj dikin yek, û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi şahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin...
Di sala 1985 an de, careke din di gel kebaniya xwe Gulîzarê hat Qamişlo. Di vê carê de jî, gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê dahev û bi xwe re bir.. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît ?
Li min vegerand û got: Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim...
Di sala 1988 an de, careke din ew û xwîşka xwe Cemîla Celîl hatin nav kurdên Binxetê/ Cizîrê. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir, û destnivîs bi xwe re birin...Di pey van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît... Di van hersê caran de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdî bi min re mezin bû.. Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim di warê eşq û danheva folklorê kurdî de û her dem ez vê yekê tînim zaman.
Fermo nameya wî ku di roja 20/11/2006 ji min re şandiye:
(Konê Reş, birazî ! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê te xwe kêm nekirye. Maşalla rewşenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin. Xûşk û birayên hêja ji Kurdistana rojava "Biçûk" !
Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber xwe vekirye. Ez meşa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim. Celîlê Celîl / Wîena 20/11/2006).
Ji sala 1992 heta niha, li Awstryayê ye. Ji sala 1994-a heta niha li Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok, çand û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kar kirye. Di înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona amadekirina mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran dersan daye... Û niha ew serokê (Institute Kurdology) û pirtûkxaneya (Kurdish Library of Casimê Celîl) ku bi navê bavê xwe li Wîenayê vekiriye. Em temenekî dirêj di xweşiyê jê re hêvî dikin.