Gorran û Komele êrîşa li ser Efrînê şermezar kir

Tevgera Goran û Komela Îslamî li ser Efrînê daxuyaniyeke hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de, hewlên êrîşa ser Efrînê yên Tirkiyê hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî û Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin ku helwestê nîşan bidin.

Di daxuyaniya her du partiyên Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku, ew bi tundî êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi ser Efrînê de şermezar dikin û wiha hat gotin:

 

"Parasitina aramî û jiyana bira û xwişkên me li Efrînê dikeve ser stuyê civaka navdewletî û hevpeymana dijî DAIŞê û bi taybet Amerîkayê."

Goran û Komelê got, pêwîst e Tirkiye rêzê li gelê Sûriyeyê û daxwaziyên wan ên siyasî wan bigire.

Bang li civaka navdewletî jî hat kirin û hat gotin, "Pêwîst e li ser Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêkxrawên mafê mirovan û civaka navdewletî ku rê ji operasyona artêşa tirk a ser Efrînê bigire û Parlamena Kurdistanê jî bi navê gelê herêma Kurdistanê helwesteke rijd li hember van êrîşan nîşan bide."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin