GORRAN: Divê xayînên 16ê Cotmehê bêne darizandin!

Berpirsê Tevgera Gorran Peyman Ebdûlkerîm daxwaza darizandina wan kesên ku tiliyên wan di îxaneta 16ê Cotmehê de hene kir û got divê wan kesan radestî dadgehê bêne kirin û bêne darizandin.

Li gor Basnewsê, Berpirsa Tevgera Gorran Peyman Ebdulkerîm ragehand: ‘’Ew kesên ku destê wan di xiyaneta 16ê cotmehê de heye, pêwîste hemû bên dadgeh kirin û radestî dadgehê bên kirin. Ji ber tişta hate kirin derveyî xiyanetê ne tu tiştekî din e.’’

 

Ebdûlkerîm daxwaz kir, hemû ew kesên di bûyera xiyaneta 16ê cotmehê de beşdar in, pêwîste lêkolîn û lêpirsîn li dijî wan bê vekirin û li parlamentoya Kurdistanê jî lijneyek bo vê pirsê bê pêkanîn. Her wiha Ebdûkerîm anî zimên ‘pêwîste ev pirs li parlamentoya Kurdistanê bê zelal kirin. Ji ber ku tiştê hate kirin Kurdistan xist metirsiyeke mezin.’

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin