Gorên cangoriyên Komkujiyên Pirsûs û Enqerê hatin kavilkirin

Hat ragihandin li Pirsûsê kêlikên gorên Osman Çîçek, Kasim Deprem û Yilmaz Elmascan hatine şikestin.

Di teqîna sala 2015an de li Pirsûsê termê herdu cangoriyên teqînê Osman Çîçekê 22 salî û Kasim Depremê 23 salî li Goristana Navçeyê ya Pirsûsê hatibûn veşartin û herwiha termê Yilmaz Elmascanê ku di komkujiya Gara Enqerê de can dabû dîsa li vê goristanê veşartî bû.

Hat ragihandin, kêlikên gorên hersê cangoriyên komkujiyên Pirsûs û Enqerê Çîçek, Deprem û Elmascanî, hatine şikenandin. 

Li gor agahinên bidestxistî, êrîşkar hîn ne diyar in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê jî êrîş biribûn vê goristanê.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin