Goreke bikomî di navbera Xaneqîn û Kifrî de hat dîtin

.

Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin

 Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin.

Li gor zanyariyên destpêkê yên Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî ya Iraqê, qurbaniyên wê gora bikomî, xelk deverên Kifrî û Xaneqînê ne.

Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî got jî, wek ku diyar dibe, ew gora bikomî mezin e û hejmareka mezin ji termên qurbaniyan tê de hene.

Diyar kir jî, dîroka wê gorê vedigere serdema Beis a rûxandî di navbera salên 80 û 90 ya sedsala borî.

Li Iraqê, heta niha zêdetir ji 98 gorên bikomî yên serdema Beis hatine dîtin û ji wan 76 gor hatine vekirin û bi hezaran qurbanî ku piraniya wan Kurd in tê de hatine kuştin.

Herwiha 112 gorên bikomî yên serdema mîlîşyayan û DAIŞê hatine dîtin, heta niha 30 gor ji wan hatine vekirin.

Li gor zanyarî û amarên rêxistinên sivîl, di serdema Beis (1963 - 2003) de çarenivîsa 300 hezar kes ne diyar e û hejmara mezin ji wan, di gorên bikomî de hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn