Goreke bikom a Kurdên Êzdî hate dîtin

Goreke bikom a Kurdên Êzdî ku li gundê Kesir Mîhrab ê ser bi Telefer hatiye dîtin bo Şingalê tê veguhestin. Termê 18 Kurdên Êzdî di gora bikom de ne.

Huznî Murad ê birayê Nadiye Murad ku haya wê ji veguhestina gora bikom heye got: "Piştî kontrolkirina Telefer, ew gor li gundê Kesir Mîhrab ê Teleferê hatibû dîtin, termê 18 Kurdên Êzdî di nav gorê de bûn û piraniya wan xelkê gundê Koço ne."

 


 

Li gor Huznî Murad, bi hevkariya tîmekî hikûmeta Iraqê termê 8 ji wan Kurdên Êzdî hatine diyarkirin û îro bo gundê Hatimiye yê Şingalê tên veguhestin. Li gor zanyariyên Rûdawê, 7 ji wan termên ku îro tên veguhestin, ên xelkê gundê Koço ne û yek jî xelkê gundê Hatimiye ye. Ew hemû di êrîşa 3ê Tebaxa 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

 

Çekdarên DAIŞê di êrîşa ser Şingalê de zêdeyî 6 hezar Kurdên Êzdî revandin, hinek ji wan Kurdên Êzdî bikom hatin kuştin û heta niha çendîn gorên bikom ên Kurdên Êzdî hatine dîtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin