Goranê encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê red kir

Piştî Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Goranê jî encama hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê red kir.

Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi temamî encamên ku hatine ragihandin, red dikin û diyar kir, ku ji bo redkirina encamên hilbijartinan ew dê hemû rêkarên pêwîst û yasayî pêk bînin.

 

Goran dibêje, derengxistina ragihandina encama hilbijartinan bo heyameke zêde, tenê ji bo destkarî di encaman de bû û tekez dike: “Bi mebesta encamdana saxtekariyê di hilbijartinan de, bi sedan hezar regeznameyên Iraqî yên saxte hatine çêkirin, bi alîkariya rasterast a fermanberên Fermanegha Regeznameyan a Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ye.”

 

Tevgera Goran herwiha spasiya wan endamên Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê jî dike, ku encamên hilbijartinên 30ê Îlonê red kirine.

 

Ji bilî Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Bizava Nivşê Nû jî encamên hilbijartinan red kirine. Herdu partiyên desthilatdar û bihêz ên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 30ê Îlonê de 45 kursî bi dest xistiye û herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku 21 kursî bi dest xistiye, encamên hilbijartinan qebûl kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin