Goran: Sîstema dengdana elektronîkî hate hackirin

Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) radigihîne, ku li 40 navendên dengdanê yên li Silêmaniyê partiya wan di rêza yekemîn de ye. Tevgera Goran jî ragihand, ku sîstema dengdana elektronîkî hatiye hackirin.

Berpirsê Malbendên YNKê li Silêmanî û Çemcemalê Hakim Qadir Hemecan ragihand, ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de li Silêmaniyê partiya wan yekemîn e.

 

Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran ragihand ku gumaneke zêde heye ku sîstema elektronîkî ya dengan hatibe hackirin. Herwiha daxwaz kir, ku deng bi dest werin hejmartin.

 

Jûra Hilbijartinan a Tevger a Goran herwiha diyar kir, ku erkdarên partiyên wan ên li ser sandoqan encamên dengdanê îmze nakin.

 

Li gorî daxuyaniya Goran li Navenda Bextiyarî ya Silêmaniyê piştî cudakirin û bi dest hejmartina dengan encam di berjewendiya partiya wan de berovajî bûye. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin