Gora helbestvanê Efrînî Bavê Gulê hat şikandin

.

Li Efrînê zincîreya binpêkirinên mirovî û wêrankirin û têkdana nasname û nîşaneyên kurdbûn Efrînê berdewam e. 

Li Efrînê zincîreya binpêkirinên mirovî û wêrankirin û têkdana nasname û nîşaneyên kurdbûn Efrînê berdewam e. Vê carê jî gora helbestvanê kurd Bavê Gulê hat şikandin.

Çalakvanên Efrînê wêneyên gorekê li tora civakî belav kirin û gotin ku ew gora helbestvan Bavê Gulê (Arif Xelîl) yê li gundê Kosa yê li navçeya Bilbilê ye û rastî şikandin û wêrankirinê hetiye.

Hat gotin, ji ber ku li ser gora helbestavan Bavê Gulê helbesteke wî ya bi zimanê zimanê kurdî hatiye nivîsandin, gora wî ji aliyê kesên nijadperest ve hatiye şikandin.  

Helbestvanê kurd Bavê Gulê  di sala 2012an de koça dawiyê kiribû, xwedî 2 berhemên bi zimanê Kurdî (Pend û Şîretên Kurdî û Hawar û Hêvî) bû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, bi dehan cihên dîrokî, mezargehên pîroz û gorên rewşenbînên kurd hatine şikandin û wêrankirin. Di meha Tebaxa 2018an de jî, gora rewenbîrê kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî li mezargeha Henan jî ji aliyê çekdaran ve hatibû şikandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye