Good bye 2025

Nuri Aldur

 Nuri Aldur

Li gor bawerî û analîzên min, ev sal/2025 bo me kurdan baş derbasbû û berhemên hêja jî dane gelê kurd! Di van salên bihûrtîde gelek qetlîam, felaketên mezin yên xwezayê, heps û zîndan her norm û rojanebûn.Dîse jî li Rojhelat û Bakûrî Kurdistan kûştin û girtina kurdan her pirre, balam li wan deran jî li gor berê gûhertine kêm zêde peydabûne îsal. Çawa? Çilo?          

Ezê van bersivan anjî analîza xwe bi dû noktan anjî bi dû fenomenan bo we xwendevanên Rûpela nû şîrove bikim:     

 

1. KULTÛR: Ez nizanim ku ma hûn jî ferq dikin ku îsal li hemû derên Kurdistanê gelek sempozyûm, forûmên pirtûkan, pêşbirkên filîm/ tîyatro/helbest, konferens, festîwal, kongre û civîn hatine amadekirin û bi ser jî ketin. Alîyekî meselê ku giring û cidîye ku evan aktîvîtêtan; kî mîna zêr û zîv bi qîmetin; li Başûr û Rojava bi awakî azad û serbixwe, bi rêk û pêk û bi kurdewarîya pak û serbilind organîzebûn û gihîştine armancên xwe.                                                   

Li Bakûr jî gelek ji van kar û xebatan biserketin, balam ne kêm hejmar jî hatine qedexekirin û serêşayî bo organîzetoran çêbûn. Li Rojhelatî  Kurdistan rewşa çalakîyên kultûrî ji ya Bakûr hê kambaxtire.

ANALÎZ: Dîyara ku dema kurd xwedyê politîka xwe bin; mîna Başûr û Rojava; kultûra kurdî jî geş dibe û xweş dibe.Li van her dû parçan federalî û rêvebirina xweser heye: ango dibistan, radîo/TV, kovar û rojname hene.. berpirsîyarên kultûrê hene/wezaret hene.    

2. POLITÎKA: di politîka de jî tiştên erênî û neteweqîmet çêbûn emsal: hûkûmeta başûr li gel opozîsyona başûr, bi teq û req jî bê, têkilîyên xwe hene. Hûkûmeta başûr bi awakî vekirî û serbilind li gel Rêveberîya xweser ya Rojava didê û distênê.Dîplomatîya başûr li gel Ankara û Tahran jî ne xerabe. Berpirsîyarên Rojava jî her li gel Şamê politîka diafirînin û serên xwe hîç na tawênin. Partîya DEM jî li gel dewletê, li Bakûr, di gel gûft û goyandeye. Lê pêşeroj ne dîyara û dijberê vê pêvajoyê jî li Tirkîye xûrt xwîyadikin. Lê ez bixwe serkevtina pêvajoyê hêvî û daxwaz dikim. Ji ber ku dewleta kûr, dûr, kurddijmin hê zilmtire, hê barbartire.                                             

ANALÎZ: Em dibînin ku politîka xweser kultûra netewî û modern diafirînê. Politîka,rewşa welat azad û xweş dike. Atmosfera ronakbîrîyê û xweserîya ronakbîran û aqilmendan vedikê û wan zêdetir dike. LÊ û LÊ ye ke MEZIN JÎ EVE ku ew kesên politîkecîne/sîyasetmedarin jî divêt xwedî kultûrbin/ronakbîrbin/demokratbin û dilovanbin.Vêce ew gotina meşhûr li vir têt bîrame; ku ma:  “ HÊK JI MIRÎŞKÊ YE an jî MIRÎŞK JI HÊKÊ YE”. Politîka-kultûr anjî kultûr-politîka.

Sala we yî werê pîroz be.