Gola Wanê di pêşbirka NASAyê de bû yekem

.

NASA pêşbirkeke navdewletî ya wêneyan li dar xist û wêneya Gola Wanê ya ku ji fezayê ve hatiye kişandin, bû yekem.

Ajansa Feza û Firokevaniyê ya Amerîkayê (NASA) bi awayekî online pêşbirkeke navdewletî ya wêneyan li dar xist û wêneya Gola Wanê bûbû yek ji du wêneyên ku mane fînalê.

Di pêşbirkê de ji bo 32 wêneyên berbijêrkirî ku yek ji wan wêneyê gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê bû, bi tevahiya wêneyan ji 932 hezar zêdetir deng hatin dayîn.

Wêneyê Gola Wanê di qonaxa yekem a hilbijartinan de rêjeya %94ê dengan wergirtibû û gihîştibû qonaxa fînalê. Xelk jî dikaribûn bi rêya online piştevaniyê li wêneyan bike û di vê çarçoveyê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî kampanyayek hatibû destpêkirin.

Ajansa NASA roja 15ê Adara 2021ê pêşbirkêyeke fotografî rêkxist, ku tê de 32 wêneyên berbijêrkirî ku yek ji wan wêneyê gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê bû, ku ji valahiya asman ve hatiye girtin.

Lînka dengdana NASAyê di medyan de hatiye belavkirin, û heta roja 14ê Nîsanê berdewam dibe. Her kesek dikare deng bide.

Wêneyê gola Wanê roja 12ê Îlona 2016ê ji aliyê Keyt Robensen ve hatiye girtin, û NASA ew daniye rêza 32 wêneyên hilbijartî û ew xistiye pêşbirkeyeke taybet.

Gola Wanê mezintirîn golên Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometreyên çargoşe ye û 4 girav di nav de ne.

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike