Girtiyên kurd ketine gireva birçîbûnê

Li girtîgeha Ormiyê, pênc girtiyên Kurd ketin gireva birçîbûnê û daxwaz dikin, heta mafên wan neyên dayîn, ewê devê xwe nedin xwarinê.

Li girtîgeha Ormiyê, pênc girtiyên Kurd ketin gireva birçîbûnê û daxwaz dikin, heta mafên wan neyên dayîn, ewê devê xwe nedin xwarinê.

Rêxistinên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, girtiyên Kurd ên bi navê Qadir Selîmî, Mistefa Sebzî, Beşîr Pîrmawane û Mihemed Pîşbîn, tevî welatiyekî Bakûrê Kurdistanê yê bi bi navê Rehîm Turgut ji destpêka heftiya derbasbûyî ve ketine gireva birçîbûnê.

Li gor zanyariyan, daxwaziya wan girtiyan ew e ku mohleta demkî ya derketina ji zîndanê û serdana malbatê bo wan bê dayîn, yan jî wan veguhêzin zîndaneke nêzîkî cihê nîştecîbûna malbatên wan.

Rêxistinên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê dane xuyakirin, berpirsên girtîgeha Ormiyê bersiva daxwaziyan wan girtiyan nedane û formek jî dane wan ku tê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, girtîgehê ti berpirsatî li hember canê wan girtiyan nîne.

Siyaset Haberleri

Pascal Confavreux: Em çavdêriya peymana di navbera Şam û HSDyê de dikin
Amerîkayê ceza bi ser karsazê Îranî Elî Ensarî de sepand
Almanya: Em dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin
Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 31 karker li ser kar mirin
Peyama tund a Kongreya Amerîkayê: Heta S-400 hebin F-35 nînin