Girtiyekî bo Efrînê xwe şewitand!

Girtiyê bi navê Sefer Çaglar ê ku li girtîgeha Wanê dima, bi mebesta protestokirina operasyona Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê li dijî Efrînê, xwe şewitand.

Sefer Çaglar ên ku li girtîgeha Wanê dima duhî bi mebesta protestokirina operasyona Efrînê xwe şewitand. Hat zanîn ku Çaglar ji ber şewatê canê xwe ji dest dayê.

Hate gotin, Çaglarî, ji ber doza PKKê girtî bû. Çaglar bi mebesta protetoya operasyona Artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê canê xwe dabû ber êgir û di encamdana şewatê de canê xwe ji dest dayê.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Çaglar duh bi şev ji aliyê malbata wî ve hatiye wergirtin û li Mûşê spartine axê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin