Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî ji malbatê re hat dayîn, malbat ber bi girtîgehê ve bi rê ket. Yalçin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Hat zanîn ku serlêdanên daxwazên berdana Yalçin her tim hatine redkirin.
Hat diyar kirin ku malbata Yalçin wê cenazeyê kurê xwe bibe Şirnexê û li ser bispêre axê.
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye