Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin

.


 Cenazeyê girtiyê nexweş ê pençeşêrê Îsa Gultekîn ê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Cenazayê girtiyê nexweşê pençeşêrê Îsa Gultekîn ê 67 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûs Mêrsînê girtîbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê jiyana xwe ji dest da, hat defikirin. Malbata Gultekîn, piştî karûbarên li girtîgehê bi dawî bûn cenazeyê Gultekîn ji morgê girtin, anîn Mêrsînê. Cenzaeyê Gultekîn li Goristana Guneykent hat definkirin.

Hem malbatê û hem jî Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, li ser giranbûna rewşa Îsa Gultekîn hefteya borî bang li rayedarankiribû, lê ligel hemû hewldanan jî nehatibû berdan.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye