Rêveberê Geştiyariyê yê Koyeyê Îsmaîl Ebdila dibêje ku, "Me li ser wê yekê xebitî ku dema geştiyar serdana gorên kesatiyên deverê jî bikin. Di plana me de heye ku, em wan kesatiyan bixin nav pakêta geştiyariyê.”
Rêveberê Nivîsîngeha Şûnwar û Çandê ya Koyeyê Yekîtî Wahid îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Gora Dildar li sala 2004ê ji bo Koyeyê hatiye veguhastin û nivîsînên li ser kêliya gora wî wekî xwe mane. Herwesa jiyan û helbestên wî li ser mezarê wî hatine nivîsîn.”
Hunermendên Kurd helbestên Dildar kirine stiran û helbestên wî şahidiyê li ser evîna wî ji bo ax, netewe û welatê wî didin.
Rêveberê Geştiyariyê yê Koyeyê Îsmaîl Ebdila jî ji Kurdistan24ê re got, "Me li ser wê yekê xebitî ku dema komên geştiyariyê serdana Koyeyê dikin, serdana gorên kesatiyên deverê jî bikin, bi taybetî geştiyarên biyanî. Herwesa di plana me ya geştyariyê de heye ku, em wan kesatiyan bixin nav pakêta geştiyariyê.”
Gora Dildar ne tenê ji hêla geştiyar û rêvingên navxweyî ve, lê ji hêla geştiyariyên biyanî ve jî wekî kesatiyekî neteweyî ku sirûda neteweyî nivîsiye tê ziyaret kirin. Mêvan û geştiyarên biyanî yên ku serdana Koyeyê dikin, bi lihevkirina bi Geştiyariya Koyeyê re, yek ji westgehên geşta wan serdana gora Dildar e.
Dildarê helbestvan li sala 1918ê li Koyeyê hatiye ser dinyayê û li 12ê Mijdara 1948ê li Hewlêrê wexera dawiyê kiriye. Gora Dildar li sala 2017ê hatiye nûjenkirin, lê kêliya gora wî û nivîsînên li ser wê wekî xwe mane.
Dildar ji malbata Xadimê Secadeyê ye, ku malbateke navdar a Koyeyê ye. Ji bo ku navê wî helbestvanî zêdetir zindî bimîne, Nivîsgeha Şûnwaran a Koyeyê plan dike ku Xaniyê Dildar bi gojimê 200 mîlyon dînaran li taxa Befrî Qendî ya Koyeyê nûjen bike. Xaniyê Dildar di çarçoveya xaniyên kesatî û çandî yên Koyeyê de tê nûjenkirin, da ku mêvan û geştiyar li paşerojê karibin serdana wê bikin.