Gerstêrkeke din a jiyan lê ‘pêkan e’ hate dîtin

Endamê Enstîtuya Astrofîzîk a Giravên Kanaryayê Luque diyar kir, yek ji gerstêrkên hatine dîtin dibe ku jiyan lê hebe.

Astrofîzîkvanê Spanyayî Rafael Luque ji AFP’ê re axivî û diyar kir, sê gerstêrkên nû kişf kirine ku li dora stêrkeke bi navê GJ357 a li ber vemirînê ye digerin. Ev sîstema ku bi 31 salên ronahiyê ji dinyayê dûr e, li gorî sîstemên din gelekî nêzîk e.

Endamê Enstîtuya Astrofîzîk a Giravên Kanaryayê Luque diyar kir, yek ji gerstêrkên hatine dîtin dibe ku jiyan lê hebe.

Astrofîzîkvanê Spanyayî ragihand, her du gerstêrkên din hîn gelekî germ in.

Di encama lêkolînê de ku gelek astronomên ji gelek welatan tevlî bûn, hate tespîtkirin ku gerstêrka nû hate dîtin mezinahiya wê bi qasî ya dinyayê ye, li dora stêrka xwe digere û ne gelekî dûr e, ne jî gelekî nêzî stêrka xwe ye.

Tê destnîşankirin ku gerstêrk ji ber ku ewqasî dûrî stêrka xwe ye, dibe ku av lê hebe û bi saya vê yekê jî jiyan hebe.

Siyaset Haberleri

Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin