Gerînendeyê Haberturkê ji kar hate derxistin

Gerînendeyê malpera rojnameya Haberturkê Bariş Erkaya piştî nûçeya hevdîtina Sererkanê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Serokomarê berê Abdullah Gul re, ji kar hat derxistin.

Nûçeya hevdîtina Abdullah Gul a bi îdiaya fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêk hatiye, piştî ku hatibû weşandin ji ser malperê hatibû rakirin, lê dîsa jî li ser medya civakî û çend malperan belav bibû.

Gerînendeyê malpera Haberturkê bêyî ku behsa nûçeya navborî bike, got ku ew ji ber sedemên şexsî ji kar derketiye.

Hatibû ragihandin ku Erdogan, Akar û Kalin ji bo razîkirina Abdullah Gul şandine da ku nebe namzedê serokomariyê di hilbijartinan de.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin