Gergerlîoglû: Ez ê xwe radest nekim, bila werin bi darê zorê min bibin

.

Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê ji Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê re teblîgatname şandiye. Serdozgeriyê jê re gotiye, heke di nava 10 rojan de ew neçe xwe radest neke wê biryara zeftkirinê ji bo wî bidin.

Ji bo xwe radest bike teblîgatname ji Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê re şandine. Gergerlîoglû, derbarê pêvajoya aştiyê de nûçeyek li ser hesabê xwe weşandibû û ji ber vê, doz lê hatibû vekirin. 2 sal û 6 meh ceza li wî birîbûn û piştî ku Dadgeha Bilind ev ceza pesend kiribû, parlamenteriya wî betal kiribûn.

Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê ji Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê re teblîgatname şandiye. Serdozgeriyê jê re gotiye, heke di nava 10 rojan de ew neçe xwe radest neke wê biryara zeftkirinê ji bo wî bidin.

Gergerlîoglû, ji bianetê re got ku tebîgatname serê sibehê gihîştiye wî û wiha axivî: “Ez ê neçin xwe radest nekim. Cihê min diyar e. Dikarin min bi darê zorê bibin. Parlamenteriya min betal nebûye, ez parlamenter im, parlamenteriya min bi zordestiyê betal kirin.”

Gergerlîoglûyî her weha got ku ew ê sibê ji bo “biryara betalkirina parlamenteriya wî were xerakirin” ew ê serî Li Dadgeha Destûra Bingehîn bide:

“Em he serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Ez bang li Dadgeha Destûrî dikim ku wezîfeya xwe bike, dikare biryareke bi lez û bez bide, dikare vê rezaletê bidawî bike. Dibe ez jî weke Enîs Berberoglûyî vegerim Parlamentoyê.

“Lê li vî welatî rewşa darazê li holê ye. Ji Serokê Parlamentoyê fermanan werdigire. Ez ê neçim, cihê min diyar e, dikarin werin bi darê zorê bibin. Parlamenteriya min betal nebûye, parlamenteriya min bi darê zorê betal kirin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe