General Lloyd Austin Bû Wezîrê Berevanî yê Amerîka

.

Wezîrê bergiriyê yê nû yê Amerîkayê di dengdana senatoya Amerîkayê de dengan sitend û diyar bû. Serokê Amerîkayê Joe Biden xwestibû orgeneral Lloyd Austin bibe wezîrê bergiriyê yê Pentagonê lê diviya ji senatoya Amerîkayê bawermendî bistîne.

Li gor  qanûna Amerîkayê generalekî xaneşîn bûbe, heya 7 sal di ser şaneşîniya wî de derbas nebe, nikare bibe wezîrê Pentagonê. Divê ji senatoyê dengan bistîne da bibe wezîr. Li ser vê qanûnê, wezîrê nû yê bergiriyê Austin di senato ya Amerîkayê de 93 dengan sitend û 2 deng li hemberê wî hatin bikaranîn.

Austin wezîrê yekem yê reşike ku dikeve dîroka Amerîkayê. Austin di sala 2016 an de, dema fermandarê giştî yê hêzên navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) bû xaneşîn bûbû.
 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye