Gelo Îsraîl û Rûsya nezîkî rekeftinê ne?

Berpirsêkî Îsraîlê ji Reutersê re ragihand, ku Serokwezîrê Îsraîlê di civîna herdu aliyan de li Moskowê ji Serokê Rûsya re got: Tel Eviv naxwaze gefê li desthilata Beşar Esed bike lê divê hêzên Îranî ji Sûriyê derkevin.

Piştî civîna duh a di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu de, berpirsêkî Îsraîlê ji Reutersê re ragihand, ku Serokwezîrê Îsraîlê di civîna herdu aliyan de li Moskowê ji Serokê Rûsya re got: Tel Eviv naxwaze gefê li desthilata Beşar Esed bike lê divê hêzên Îranî ji Sûriyê derkevin.

Wî berpirsê Îsraîlî diyar kir, ku Netanyahu li Moskowê ji Putin re tekez kiriye, ku Îsraîl ti karî li dijî rêjîma Esed nake, lê beramberî vê yekê divê Rûsya kar bike daku hemû hêzên Îranî ji nav axa Sûriyê derxîne.

Li gor gotinên wî berpirsê Îsraîlê, Serokê Rûsya razî bûye, ku hêzên Îranî 80 kîlometreyan ji sînorên Îsraîlê dûr bixe, lê em pêşneyara Rûsyayê daxwaza Îsraîlê bicîh nayne û pêwîst e hêzên Îranî bi temamî ji nav axa Sûriyê bên derxistin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin