Kesên bixwazin, ka girîngiya vê pirtûka min ji bo mezin, zarok û nevîçirkên Êzdiyên Xaltî, yên ji qebîla-konfederatisyona Reşî , ji eşîra Xendeqî û ji gundê Şimzê ne çiye, bila ew van nirxandinên dîrokzane, nivîskar û lêkolînerê rêzdar Wasfî Xana Ezda Hekarî baş bixwînin !
Xwînerên hêja,
nivîskarê me yê rêzdar Kemal Tolan di vê berhema xwe ya giranbiha, ya ku di destê we de ye, dîroka Xendeqîyên Şimzî, ji Xaltanîyê heta Elemanîyê, di rûpelên vê pirtûkê de pêşkêşî we xwînerên hêja dike. Wekî tê zanîn, welatê Xaltanîya kevnar di dîrokê de gelek hoz û êlatên kevnar û bingehîn ên wekî Reşan, Xendeqîyan û bi sedan êl û eşîr, tîre, berek û binemalên kevnar di nava xaka xwe ya berfireh û navdar de hewandine. Ev şaristanîya navdar wekî Welatê Xaltan hatîye binavkirin û cihê xwe di dîrokê de girtîye. Êlata Xaltan a îroyîn jî navê xwe ji vê şaristanîyê digire. Beşa mezin a welatê Xaltan dikeve navbera Zagros û Tîrozan (Toros). Di lêkolînên ku li Neşayê (Kultepe) hatine kirin de hatîye angaştkirin ku B.B. 1800an de, di Welatê Xaltan de gelek bajardewletên navendî li serbajarên wekî Xaltûşa-Xattûşa û Tûşbaya Wanê avakirine. Nivîskar Lêkolîner Ekrem Akurgal dibêje. Di navbera salên 1910-1917an de kevalên bizmarnivîsê yê ku ji alîyê axko-log (arkeolog) Bedrîch Hrozyn ve hatine xwendin, zelalalkirin ku ev gelê xwecih ji koma zimanan ê Hind û Ewropîye û keylanên (Qralîyet) wekî rêvebirîya Şûppîlûlûma, Kadeş, Neşayê û Tûşpayê avakirine û welatê xwe rêvebirine. Xattûşa di heman demê de peristgeha Xweda Xaltî bû.1
Welatê Xaltan, bi erdnîgarîya xwe ve, bi gencîneyên xwe yên çandî dîrokî û kevneşopî ve şaristanîyeke herî kevnar û pêşketî ya dinyayê bû. Yek ji kevneşopî û bermayîyên herî bi rewneq ên Xaltanîyê bajarê binerd ê Kapadokyayê ye. Xaltîyan 4000 salan berya roja me, Bajarê Kapadokyayê ku hevşêweyên wê li dinyayê tinene avakirine û bi çesp û çalakîyên xwe şaristanîyeke bêhempa di binê erdê de û herwi-ha di binarê çîyayî de ava kirine. Tê zanîn ku Şaristanîyên Xaltanî, Xoratû (Ûrartû) Medî paşmayîyên şaristanîyên Zagrozîyên kevnar ên Lûlûmî, Gûtî, Xorrî, Zêperî (Sûbarî) Kardûkî, Miçîçî (Mişîşîr) û hwd in. Ji ber wê jî hin lêkolînerên navdar wekî Prf. Dr. Celal Şengor dibêje; ―Di dîrokê de 120 dewletên kurdan di navbera Zagroz û Tîrozan (Torosan) de hebûne.‖2 Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje gelek civaknas, axkolog û lêkolînerên bîyanî yên ku di nava dinyayê de cihê wan nayê dagirtin, wekî Strabon, Heredod, Ksenofon, Mîrşo Sawînî û gelek navdarên din kurdan wekî paşmayîyên van şaristanîyan pênase kirine. Di hin nexşe, nîgaran û kevalan de jî kifş dibe ku bawerîya wan rojparêzî û peyrewên bawerîya ezdayî bûne. Hemû dane, delîl û emareyên van navdarên bîyanî nîşandidin ku di serî de Xaltanîyên îroyîn û hemû civakên kurd paşmayîyên van şaristanîyanin û vê resenîyê heta roja me jî kurdên Êzdî diparêzin. Xebatên lêkolînerên bîyanî yên ku di sed-salên 20-21ê de jî li ser van şaristanîyên kevnar hatine kirin jî pir giranbihane lê bêxemîya wan jî ewe ku di alîyê civaknasîyê de lêkolînên berfireh nekirine. Yên ku kirine jî mixabin di bin bandora neyînî ya sîyaseta qirêj ya desthilatdaran de mane. Wan jî nehiştine ku lêkolînên bingehîn li ser rah û rîşalên civakan bêne kirin, wan gencîneyên mirovayîyê û her tişta mirovayîyê di tarîtîyê de hiştine. Mirov dikare li ser vî esasî hin mînakên wiha bide! Çawa ku êlata Reşî yên îroyîn paşmayîyên şa-ristanîya Xirabreşkê ne çawa ku êlatên Xorî, Zaxorî, Mamxorî paşmayîyên Şaris-tanîya kevnar a Xoran in, herwiha Êlata Xaltan a îroyîn û civaka Xildî-Kildî, Kil-danîyên îroyîn jî paşmayîyên Şaristanîya Xattanîya kevnar in. Mixabin gelek tiştên ku destên lêkolîneran xurt bikin û ronahîyê bidin dîroka dinyayê di tarîtîyê de hêla-ne û bûne qurbana sîyaseta qirêj.
Welatê Xaltan yek ji van şaristanîyên kevnar bû. Erdnîgarîya Welatê Xaltan, hin welatên îroyîn wekî Îran, Iraq, Sûrîye, Tirkîye û hin beşên welatên Rûsya û Yewnan jî di navê de bûn. Serbajarê Welatê Xaltan Tûşba bû û kêleka Goma Wanê bûye. Berhem û asarat-bizmarnivîsên Kelata Wanê pesn û pena û behsa Xweda Xaltî, şaristanîya Xaltanîyê dikin. Xaktûşa (Alacahoyuk) bajarekî Xaltan ê navdar bû. Derbenda Xaltûşê (Kadeşê) kevneşopîyeke wan bû. Herî dawî heta sedsala 19 mîn de jî 366 gundên Êzdiyan bi navê Welatê Xaltan hebûn. Êlata Xendeqîyan a navê xwe ji rêzeçîyayên navdar ên Xendeqîyan digre jî beşek ji vê şaristanîya Xal-tanîyê bû. Kevneşopîyên van êlatên Xendeqî ku beşek ji êlata kevnar a Reşan in li gelek herêmên wekî Amedê, Qersê, Bazîdê Serxetê (Serhedê) Wanê û Hekarê hene. Mînak di nava tixûbên Hekarîya Kevnar û herwiha li derdorên Kelata Xoşabê Êlata Reşan heye. Dîsa li Hekarîyê, li herêma Geverê Gundê Xaltava heye. Dîsa li herêma Xana Ezda ya Hekarîyan Tîyê Xendekê heye. Dîsa li Hekarîyê di Gelîyê Colemêrgê de gundekî bi navê Reşan-Reşankê heye. Ev kevneşopî jî bermayîyên şaristanîya Welatê Xaltan in. Êzdîyên Xendeqîyên Xaltanî di sedsalên 18-20 û 21an de, ji alîyê hêzên serdest û dagirker ve bi fermanêrîşan û herwiha ji neçarî, ji gund û warên wan derbider û reşware kirine.3 Êzdîyên Xendeqîyên Xaltanî, di navbera van salan de berê xwe dane wexerê, pişta xwe dane felekê û ji Xaltanîyê berê xwe dane Elemanîyê. Cihê Meqberên pîroz, Peristgeh, mader û mekovanîyên dilkeser û pîroz yên ezdayî kesinên tarî dagirtin. Niha ew cihwar ji niştecihên nû re jî bûne jen-gejehrî. Civaka Êzdî di van zîyaretgehên pîroz de ji bo nîyet û meremên xwe, derd û daxwazên xwe du‘a û du‘rozên xwe, ne tenê ji bo civaka Êzdî, ji bo 72 miletan diki-rin. Mixabinî îro ew pîrozgeh jî bê xwedî mane.
Nivîskar û lêkolînerê, hêja Kemal Tolan, derbarê dîrok, kevneşopî, sed û hed, irf û edetên kalbabên êlata Xendeqîyan de, bibe xwedî agahî, xwe gihandîye hin rûspîyên daneemr, bi rêz û rûmet, ramanwer, zana û hişmend ên Welatê Xaltan. Wan jî agahîyên giranbiha yên derbarê Xendeqîyên Şimzê ji Xaltanîyê heta Alman li ser bingehê kevneşopîyên ku ji nifşan derbasî nif-şan bûne û gihiştine nifşê me, ji nivîskarê hêja re gotine, wî jî bi rêya vê ber-hema giranbiha, ragihandine nifşê pêşerojê. Nivîskarê hêja Kemal Tolan, di neh beşên vê pirtûka xwe de xwe de serhatî, serborî, kevneşopî, bîranîn, bîrewerî, serpêhatî, talî û tengasîyên ku Êzdîyên Xendeqîyên Şimzê jîyane, bi çavkanî, wêne, belgename û zargotin dane xwan (xuya) kirin. Remz û nîşan û pîrozwerîyên Êzdîyên Gundê Şimzê, mêjwar-mezwar-goristana Gundê Şimzê, kevneşopîyên Gundê Şimzê lêkolîn kirine û di vî derbarî de hevpeyvîn di gel hin kesên birêz û rûmet kirine û di beşên vê pirtûkê de bi cih kirine. Nivîskarê hêja Kemal Tolan, derbarê kevnarîya bawerîya ezdayî de û herwiha berawirdîya navbera bawerîya ezdayî û xiristîyanîyê de jî wiha dibêje: Êzdîyên rojparêz ji kok û bingeha xwe ve, binyateya hemû bawerîyên dinyayê ye. Bi giştî jî Zîyaret û peristgehên ezdayî li erdên berz û bilind û xilwe hatine avakirin. xiristîyanan jî her wekî Êzdiyan derazûnk û derwazeyên (şêmik) peristgehan pêlê nakin, dibêjin warên cinan in; ji bo wê jî şane û qerewilan didanin û hişyarîyê lê dikin ku zîyaretî pêlê nekin û di ser re gav bavêjin. Ew jî amajeya wê dike ku xiristîyanên vî navçîyayî jî berîya bawerîya xiristîyanîyê li ser bawerîya dasinî-ezdayî bûn. Nivîskarê hêja, Kemal Tolan derbarê erdnîgarîya herêma Xendeqîyan de jî çavdêrîyên pir hêja kirine û behsa taybetmendîyên Gelîyê Vireyten kirîye û wiha gotîye:
―W.Ak.Hekarî.Wateya navê Gelîyê Vereyten; bi zimanê Fînî ku ew jî ji koma zimanê me ye, gelîyê mirovên zêndî, hêzû bizever.” Di Gelîyê Vireyten de gelek kevneşopî û berhemên dîrokî hene. Gelîyê Vireyten ne tenê gelîyeke, ew mekaneke pîroz, nasnameya rêz û bîranînê ye ji bo Xendeqîyan. Ew gelîyeke ku di stran, çîrok û dîroka herêmê de wek rêgehê kesayeta Êzdî û nasnameya kurdî tê bîranîn. Gelîyê Vireyten ê navdar mekanê têgihiştina Êzditîyê, cihê bîranîna qirkirinê, şer û guhertoya nasnameyê û herwiha ji bo Êzdiyan cihê serhildanê, berxwedanê, rêvebirin û nûjenîyê ye.
Wekî tê zanîn, heta ji dijminên ol û netewa me hatîye, ewan nehiştine çi evd li ser kiryarên wan ên dermirovayî binivîsînin û heta gelek caran şopa zilma xwe winda kirine. Lê dîsa jî hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û zargotinên Êzdiyan xuya dikin ku Êzdî ji berê ve di nava Kurdistanê de xwedî civak û roleke mezin bûne. Ew deverên ku Êzdî lê diman heta van salên dawî (1995) jî zêdetir li ol û netewa xwe ya kurdî xwedî derketine. Ji
ber ku Êzdî bi vê bawerîya xwe ya paqij pitir li berxwedan û çanda xwe xwedî derketin, lewma jî melîk, sultan û padişahên Osmanî, serleşkerên
―roma reş‖ û hemû olperistên nezan, nehiştine şer û agir ji nava herêmên Êzdiyan bitemire. Di dîtina min de, heke çend ilimdar, dîroknas, rojnamevan û mîsyonerên kurd û bîyanîyan, di hinek nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de behsa rewşa dînê Êzdî û jîyana Êzdiyan kiribin jî dîsa ewan nikarîbûye xwe bi temamî berdine ser riknên bawerîya Êzdîyatîya rast. Mixabin bapîr, dapîr, kalik û pîrik, dayîk û bavên me Xendeqîyên Êzdî jî, ji ber encamên gelek êrîş û fermanên bi serê wan de hatine, neçarbûne, gelek caran koçber bûne, zahf êş û azarî dîtine, nikarîbûne çi belgeyek, kaxiz-secereyek an jî matêryaleke ku em bikaribin dîroka êl, eşîr, cih, gund û dar-nijata binemala xwe li ser nasbikin û bigihînine me. Lewmamin li ser xwe ferî û girîng dît ku ez hewl bidim hinek ji vê valahî û kêmasîya dîrokî bi der-fetên xwe yên pir kêm lêkolîn bikim. Heta ez bikaribim, hinek dokumentên dîrokî ji ber arşîvê, gotarên nivîskar û lêkolîneran peyda bikim û wekî ber-hemekê dîyarî we bikim. Hêja Kemal Tolan vê berhema xwe dîyarî kesên bi rêz û rûmet yên Şimzîyên êlata Xendeqîyên Reşî û herwiha Xendeqî û Reşîyên herêmên Amed, Serxet (Serhed), Qersê, Bazîdê, Mûşê, Wanê û He-karê dike. Malavayîyeke bêsînor ji bo nivîskar û lêkolîner, birêz Kemal To-lan ku nivîsîna pêşgotona vê berhema xwe ya giranbiha hêjayî me dîtîye, hêvîdar im ez jî bi dileke şad bibim bersiv. Bi hêvî û azwerîya ku Êzdî bi resenîya xwe ve, di dil û mejîyê neteweya xwe de cih bigrin û bi neteweya xwe ya kurd re, di welatê xwe de aram û asûde bijîn, we xwendevanên hêja silav dikim.
Wasfî Ak Xana Ezda Hekarî
Çavkanî:
1 Ekrem Akurgal, Anadolu Kultur Tarihi, 2019. Phoenix. S.35. ISBN 9786054657919.
2 Prf. Dr. Celal Şengor. İstanbûl Teknik Üniversitesi Jeoloji. Ji vegotinên wî.
3 Wasfi Ak. 174 Fermanêrîşên li Ser Bawerîya Ezdayî, rpl. 229-231-232. Weşanên Sîtav, Wan.“
Kemal Tolan, ev buye pêşgotin û di rûpel: 11-14 de hatiye weşandin.