Ji bo bidawîanîna dabeşbûna bi salan a Hêzên Pêşmergeyean gaveke dîrokî hat avêtin.
Bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî îro merasîmeke fermî hat lidarxistin.
Di vê merasîmê de yekkirina bi temamî ya Hêzên Pêşmergeyan û bidawîbûna pêvajoya reformê ya di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hatin ragihandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl beşdarî vê merasîmê bûn.
Her wiha gelek berpirsên bilind ên siyasî û leşkerî jî amade bûn.
Li gorî vê verastkirina nû, bi dehan hezar Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80yî dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî ya niştimanî.
Ew dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de bin.
Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge ne milkê ti partiyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axavtinek kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê nasnameyeke bi temamî niştimanî ya Hêzên Pêşmergeyan hebe û got:
"Pêşmerge ne hêzeke partîtiyê ye. Pêşmerge hêzeke Kurdistanî ye û ne milkê ti partiyê ye.
Bi vê gavê re êdî ti hêz li derveyî îdareya Wezareta Pêşmerge namîne."
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi yek fermande, yek hêz û yek wezaretê heye û wiha pê de çû:
"Pêşmerge di demên herî dijwar de di heman çeperê de bûn û bi hev re qurbanî dan.
Pêwîst e em jî vê qurbanîdanê bikin bingeha yekrêzî û bihevrejiyana xwe ya navxweyî."
Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya wan a ji bo vê pêvajoyê spasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Wî her wiha anî zimên ku destpêka pêvajoya çaksaziyê bi destê Serok Mesûd Barzanî bûye.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Pêşmerge beşek e ji sîstema parastinê ya Îraqê.
Wî bangî Bexdayê kir ku li gorî destûrê budce û çekên pêwîst ji bo Pêşmergeyan dabîn bike.
Mesrûr Barzanî: Ev rojeke dîrokî ye û me soza xwe bi cih anî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ev roj wekî "Rojeke dîrokî ya ji bo Pêşmerge û gelê Kurd" pênase kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku yekkirina hêzan yek ji sozên sereke yên bernameya Kabîneya 9em bûye.
Wî da zanîn ku ew piştî kar û hewldanên zêde îro berhema wê dibînin.
Serokwezîr pesnê rola Serok Barzanî ya di serxistina çaksaziyê de da.
Wî her behsa qala hewldanên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî yên ji bo piştgirîkirina Wezareta Pêşmerge kir.
Mesrûr Barzanî daxuyand, "Gelekî girîng e ku di qonaxa bê de Hêzên Pêşmergeyan werin pirçekkirin da ku wekî hêzeke niştimanî ya parêzvanê ewlehî û bihevrejiyana Herêma Kurdistanê bimînin."
Wî di heman demê de qala hevahengiya berdewam a di navbera artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan a ji bo parastina aramiyê kir.
Şoriş Îsmaîl: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan qediya
Wezîrê Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku wan bi îradeyeke niştimanî ya xurt hemû astengî derbas kirine û got:
"Em ji hemû cîhanê re radigihînin ku pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmerge gihişte dawiyê û me serkeftineke dîrokî tomar kir.
Yekkirina Pêşmergeyan destkeftekî neteweyî ye û em hemû pê serbilind in."
Wezîrê Pêşmergeyan diyar kir ku tevî hewldanên neyaran ên ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan jî hewldana hevpar a saziyan serkeftin bi dest xist.
Wî ji ber piştgiriya wan a berdewam a di vê pêvajoyê de spasiya Serok Barzanî û Bafil Talebanî kir.
Şoriş Îsmaîl her wiha got:
"Nêçîrvan Barzanî her tim wekî sîwaneke komker û piştgirekî xurt ê Wezareta Pêşmerge bûye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî bi piştgiriya xwe ya berdewam ji bo bicihanîna vê çaksaziya bingehîn alîkar bûn."
Fesixkirina fermandariyên partiyan û avakirina Devera 1 û 2yan
Kakilê vê çaksaziya bingehîn ew e ku Yekeya 80yî ya PDKyê û Yekeya 70yî ya YNKyê namînin.
Ev her du yeke vediguherin du fermandariyên leşkerî yên fermî bi navên "Devera 1" û "Devera 2".
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re gotibû ku peykerê wezaretê bi temamî hatiye guhertin û wiha axivîbû:
"Hêzên Yekeya 80yî û Yekeya 70yî yên Pêşmergeyan bi navên Devera 1 û Devera 2yan dikevin bin banê Wezareta Pêşmergeyan.
Baregeha wan a yekem û dawî dê wezaret be. Ew êdî bi ser ti partiyê ve namînin."
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku ev peyrewa nû di warê îdarî, darayî û zincîreya fermandarî û kontrolkirinê de pêgeheke gelekî xurt dide hêzan.
Ev hêz dê li ser 10 fîrqeyên leşkerî yên rêkûpêk werin dabeşkirin.
Dîroka reform û rola Koalîsyonê
Rêkxistina Hêzên Pêşmergeyan rêyeke dûr û dirêj birî.
Di navbera salên 2010-2013an de nêzîkî 42 hezar Pêşmergeyên her du yekeyan xistin nava 14 lîwayên hevbeş.
Lê belê nakokiyên siyasî, derketina şerê DAIŞê ya di sala 2014an de û rûdanên Çiriya Pêşîn a 2017an bûn sedema sistbûna hewldanan.
Sala 2018an bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ya bi pêşengiya Amerîkayê projeyeke 35 xalî ji bo çaksaziya (reform) Pêşmergeyan hat dariştin.
Qonaxa yekem a pêvajoyê sala 2022yan dest pê kiribû.