G7: Em piştevaniya xwe ji bo hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge didomînin

.

Piştî bidawîbûna civîna Lûtkeya G7, ku îsal li Brîtanyayê birêve çû, daxuyaniyek hat belavkirin û tê de behsa reşwa Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin. 

Piştî bidawîbûna civîna Lûtkeya G7, ku îsal li Brîtanyayê birêve çû, daxuyaniyek hat belavkirin û tê de behsa reşwa Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, Lûtkeya G7 ku ji welatên Amerîka, Brîtanya, Almanya, Kanada, Fransa, Îtalya û Japonyayê pêk tê, piştevaniya xwe ji bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê nîşan daye di şerkirina li dijî DAIŞê de û destnîşan kirine ku piştevaniya xwe didomînin.

Weke di daxuyaniyê de hatiye ragihandin; G7 welatiyên Iraqê han didin ku beşdariya hilbijartinên pêşwext bikin, ku biryar e 10 Cotmeha îsal were encamdan.

Lûtkeya G7 pêşwaziya hewldanên hikûmeta Iraqê dike ji bo lêpirsîn û cezakirina komên çekdar ên derveyî yasayan, ku di êrîşên xwe de welatiyên Iraqê û endamên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Iraqê dikin armanc, tevî ku ew hêz li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wî welatî ne.

Herwiha amaje bi rola wan hêzên li Iraqê jî hatiye kirin, ku rola wan perwerdekirin û pêşkêşkirina şêwirmendiya leşkerî ye di şerê li dijî DAIŞê de.

Li gor daxuyaniyên rayedarên bilind ên leşkerî û siyasî yên Iraqê, her çi qas di 2017an de serkeftina bi ser komên terorîst de hatiye ragihandin jî, lê hîn jî gef û metirsiyên çekdarên DAIŞê li Iraqê hene.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin