Futbolîzê navdar ê Almanî Max Kruse bi Kurdî teklîfa zewacê li hevala xwe kir

.

 Futbolîzê navdar ê tîma bijardeyên Almanyayê Max Kruse ji evîndara xwe ya Kurd re li Olimpiyadên Tokyoyê di weşana zindî de bi Kurdî teklîfa zewacê kir.

Max Kruse piştî serkeftina tîma wî li hember tîma Erebistana Siûdîyê li nav stadyumê bi tîşortê nivîsa kurdî ya ‘Ji te hez dikim, dixwazim bi min re bizewicî’ tekflîfa zewacê li evîndara xwe ya Kurd Dilara kir.

Kruse piştî serkeftina bi encama 3-2 ya li hember tîma Siûdî li nav stadyumê dema ji radyoya Alman ARD re diaxivî got, "Ji hevala min re peyameke min heye..” û paşê formayê xwe derxist û bi tîşortê xwe yê teklîfa zewacê kir ma.

Kruseyê 33 salî piştre jî got, “Min gelekî xwest gol bavêjim, lê min nekarî. Heger min bavêta minê formeyê xwe derxista. Dilara tu yê bibî hevjîna min?”

Vîdyoya ku Max Kruse teklîfa zewacê bi kurdî kir li ser medya civakî gelekî populer bû û hê jî tê belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin