Fuad Husên: Em vê serdana Papa weke serdaneke dîrokî dibînin

.

Di civîneke çapemeniyê de Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir; amadekariyên ji bo pêşwazîkirina li Papayê Vatîkanê temam bûne û Iraq ji Bexda heta Nasiriye û Necef û Neynewaya Kevn bi hemû pêkhateyên netewî û olî, li benda dîtina Papa ne.

Fuad Husên di civînê de da zanîn: “Em vê serdana Papa, weke serdaneke dîrokî dibînin ji bo Iraqê. Bi taybetî ev yekem serdana wî ya Iraqê ye û yekem serdana Papa ye piştî belavbûna vîrusa Koronayê, herwiha bi liberçavgirtina vê rewşa niha ku em tê de ne, weke serdaneke dîrokî di dîroka mirovahiyê de dibînin.”

Husên destnîşan kir û got: “Bajarê Necefa pîroz ku qebra Îmamê Elî (silava Xwedê lê be) û pismamê Pêxember (silavên Xwedê Teala li ser bin), herwiha navenda zanistê û zilamên olî û cihê merciyê bilind ê olî, li benda dîtina cenabê wî dikin ji bo ku dîtineke dîrokî encam bidin.”

Herwiha di derbarê serdana Papa bo Hewlêrê de jî eşkere kir: “Kelha Hewlêrê bi dîroka xwe ya kevnar, bi xweragirî û serbilindiya xwe, serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê jî bi coş li benda wî ne, da ku pêşwazî li cenabê wî bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye