Frokeyên Iraqê gundên kurdan bomberaran dikin!

Hate ragihandin, ku helîkopterên şer ên Iraqê gundên Zenane û Dawûde yên navçeya Xurmato ku heta niha jî di destê pêşmergeyên xwebexş de ye û ev hêz ji sedan malbatên koçberên Kurd ên Xurmatoyê pêk tê. bombebaran dikin.

Îro Sêşemê (12.12.2017), çend guleyên hawanê li navenda Xurmatûyê ketin û li gorî zanyariyan çend çekdarên Heşda Tirkmenî hatine kuştin û çendek jî birîndar bûn.

Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê li Xurmatûyê Hesen Baram ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî nayê zanîn ka ew hawan ji ku derê ve avêtine Xurmato lê kuştî û birîndarên çekdarên Tirkmen hene. Piştî vê êrîşê Heşda Tirkmenî dest bi topbarana Çiyayê Hencîre kir.”

Piştî vekişandina pêşmerge, beşek ji pêşmergeyên xwebexş ên Xurmatoyê, ku hejmara wan digihe 500 kesan, li herêma Zinane û Dawûde hêzeke bi navê “Hêza Rizgarî” ava kirine.

Ji bilî pêşmergeyên xwebexş, li derdora Xurmatoyê hêzeke din a çekdarî peyda bûye, ku kes nizane ka ser bi kîjan rêxistinê ne. Tê gotin, ku hejmara wan jî zêdetirî 500 kesan e û di nava wan de Kurd, Ereb û biyanî jî hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin