Freedom House: Azadîya çapemenîyê li tevahîya cîhanê têk diçe

Freedom House–ê gotiye ku serokên populîst ne tenê di sîstemên otorîter, her weha di sîstemên demokratîk de jî ji bo têkûzkirina desthilatdariya xwe, rojnamegeriya serbixwe diçewisînin û ji bo vê rê û rêbazên nû dibinin.

Freedom House–ê gotiye ku serokên populîst ne tenê di sîstemên otorîter, her weha di sîstemên demokratîk de jî ji bo têkûzkirina desthilatdariya xwe, rojnamegeriya serbixwe diçewisînin û ji bo vê rê û rêbazên nû dibinin.

Freedom House–ê rapora xwe ya salê ya derbarê azadiya çapemeniyê aşkere kiriye. Navenda Freedom House–ê li DYAyê ye û li cîhanê piştgiriya azadiya xweîfadekirinê dike û belavbûna demokrasiyê ji xwe re kiriye armanc. 

Li gorî rapora saziyê, rewşa azadiya çapemeniyê li tevahiya cîhanê bi paş ve diçe. Her weha hatiye gotin, li cihên weke Tirkiyeyê yên ku zext û zorî lê heye, platformên medyaya alternatîv bêhtir balê dikişinin. 

Rapor bi sernavê “Azadî û Medya – 2019” hatiye weşandin. Tirkiye îsal di mijara azadiya çapemeniyê de yek ji wan welatan e ku ezmûn serkeftî derbas nekiriye. 

Êrîşên Trumpî metirsiyê çêdikin
Freedom House–ê gotiye ku serokên populîst ne tenê di sîstemên otorîter, her weha di sîstemên demokratîk de jî ji bo têkûzkirina desthilatdariya xwe, rojnamegeriya serbixwe diçewisînin û ji bo vê rê û rêbazên nû dibinin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji bo bêdengkirina rojnamegeran û piştgiriya saziyên alîgir, serî li rêbazên ekonomik, yasayî û dijyasayî didin. 

Her weha hatiye diyarkirin ku êrîşên devkî yên Donald Trump, Serokê DYAyê û hedefgirtina wî ya azadiya çapemeniyê, metirsiyê çêdike. 

Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi paş ve diçe
Di raporê de behsa rewşa Tirkiyeyê hatiye kirin û hatiye gotin ku, azadiya çapemeniyê li Tirkiye di demeke kurt de gelekî bi paş de çûye. Dîsa hatiye diyarkirin ku tenê yek ji çarê welatiyan dibêje baweriya wan bi çapemeniyê tê. 

Raporê bal kişandiye ser platformên nû yên alternatîv û hatiyegotin ku ji ber çewisandinan rojnameger berê xwe didin platformên online û di encama vê de gelek platformên nû derketine holê.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin