Fransayê li ser ji nû ve serî hildana DAIŞê li Iraqê bertek nîşan da

.

Li ser ji nû ve serî hildana rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, Fransayê bertek nîşan da.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li pêş Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Fransayê diyar kir û têbîniya wê yekê kir ku DAIŞ li Iraqê ji berê bihêztir serî rakiriye.

Jean-Yves Le Drian daxwaz ji hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê kir û got: ‘‘Bilez’’ bicive û guftûgoyê li ser metirsiya serhildana wê rêxistina terorîst a li ser seqamgirî û serweriya Iraqê bike.  

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye