Fransayê li Maliyê berpirsekî DAIŞê kuşt

.

Serokomarê Fransayê Macronî gotiye ku hêzên leşkerî yên Fransayê, Serokê DAIŞê yê Sehrayê kuştine.

Serokê DAIŞê yê li Sehrayê di encama operasyonele leşkerên Fransî de hatiye kuştin. Ji ber hin êrîşên li ser leşkerîn Tirkiyeyê û wezîfedarên alîkariyê yên biyanî, li Serokê DAIŞê digeriyan.

Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê roja pênşemê di saetên sibehê de aşkere kiriye ku leşkerên Fransî, Ednan Ebû Welîd el-Sehrawî kuştine.

Macronî behsa cih û detayên operasyonê nekiriye û gotiye ku, “Ev di têkoşîna me ya li dijî komên terorîst ên li Sahelê de serkeftineke mezin e.”

Di 4ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de li Nîjerê çar leşkerên tîmên taybet ên DYAyê û çar leşkerên Nîjerê hatibûn kuştin. DYA Sehrawî weke berpirsê van êrîşan nîşan dabû û aşkere kiribû ku kesên zanyariyan derbarê wî de bidin, wê bi 5 milyon dolarî werin xelatkirin.

Sehrawî beriya niha endamê El Qaîdeya Meğribê ya Islamî bû û di heman demê de serokê hevbeş ê Mujaoyê bû ku komele îslamî ya Maliliyê bû.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn