Fransa û Almanya ji bo ‘provokasyonên berdewam ên Tirkiyê’ hefteyek mohlet dan

Fransa û Almanya ji bo ‘provokasyonên berdewam ên Tirkiyê’ hefteyek mohlet dan

Herdu welatên zilhêz li Ewropayê Fransa û Almanyayê bal kişandin ser provokasyonên Tirkiyê yên li Rojhilatê Derya Spî û ji bo dawî li wan tevgerên xwe bîne hefteyek mohled dan Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro 15ê Cotmehê li ser mijarê got ku Tirkiye bi berdewamî provokasyonan dike û ev çalakiyên nayên qebûlkirin in.

Le Drian diyar kir ku êdî gog li Enqerê ye û heger Tirkiye neyê dîyalogê Yekîtiya Ewropa amade ye hevsengiya hêzê biguherîne.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li ser ji nû ve şandina keştiya Oruç Reîs diyar kir ku nayê qebûlkirin û got, ji bo YE dorpêçên muhtemel ên ser Tirkiyê diyar bike, hefteyek mohletê didin Tirkiyê ku ew dê heta hefteya pêşiya me li bendê bin ka Tirkiye gav davêje yan na.

Wezîrên Derve yên Almanya û Fransayê li ser ji nû ve şandina keştiya Oruç Reîs bo lêgerînên sîsmîk li Rojhilatê Derya Spî hişyarî dan Tirkiyê û ragihandin ku ji berteka Yekîtiya Ewropayê (YE) bo Tirkiyê diyar bikin, ew dê hefteyekê li benda helwesta Tirkiyê bin.

Tirkiyê beriya niha 13ê Îlonê keştiya Oruç Reîs kişandibû bendera Antalyayê ku ev yek wekî helwesteke erênî ji aliyê Yûnanistan û welatên ewropî ve hatibû pêşwazîkirin. Lê belê demek berê car din keştiya xwe ji bo lêgerînên gazê şand Derya Spî ku bi taybet ji aliyê Almanya û Fransayê ve bertekên tund bo Tirkiyê hatin nîşandan.

Piştî vekişandina keştiyê YEyê cezayên ku bide Tirkiyê bo demekê rawestandibû, lê niha ji nû ve sepandina cezayan dikeve rojeva Ewropayê.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye