Fransa: Tirkiye wek hevpeymana NATO tevnagere

.

 Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly, li ser pêwendiyên Fransa-Tirkiyê da xuyakirin ku ji sala borî ve têkiliyên ligel Tirkiyê xirab bûne û wek hevpeymanekê tevnagere.

Parly ji radyoya France Inter re ragihand; “Her çiqas Tirkiye bi fermî hevpeymana Atlantîk (NATO) ye jî bi mehan e ku wekî welatê hevpeyman tevnagere û di vê maweyê de di NATOyê de tenê hatin hiştin.”

Parly, herwiha daxuyaniyên vê dawiyê yên Erdogan ku xwe nêzîkî Yekîtiya Ewropayê dike jî bibîr xistin û got, “Me ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê re serê meha Çile gotiye, heger di normalkirina pêwendiyên ligel Fransayê de dilsoz bin, em jî amade ne.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye