Fransa: Operasyona Efrînê ne meşrû ye, rewş cidî ye

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bilêv kir ku operasyona dijî Efrînê ne meşru ye û têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di dema axaftina xwe ya ji parlamentoyê re dikir, operasyona artêşa Tirkiyeyê bibîr xist û rexne li dewleta Tirkiyeyê girtin.

Jean-Yves Le Drian da zanîn ku, "Em fikarên ewlehiya sînor ya dewleta Tirkiyeyê fahm dikin, lê ketina hundirê herêma Efrînê em meşru nabînin."

 

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê wiha pê de çû, "Endîşeyên ewlehiya sînor a dewleta Tirkiyeyê tê fahmkirin û meşru ye, lê divê ev jî bê gotin ku, rewşa li herêmê, ketina Tirkiyeyê ya hundirê herêma Efrînê meşru nake."

Wezîrê frensî ji aliyê din ve jî got operasyona dijî Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di rojên ewil yên operasyona artêşa Tirkiyeyê de eşkere kiribû ku divê ev operasyon nebe dagirkerî û Enqereyê bertek nîşanî gotinên Macron dabû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin