Fransa: HSD mezintirîn hevpeymana me ye

Hikûmeta Fransayê derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê de ragihand, eger li Sûriyê çareseriyeke siyasî bo krîzan bê dîtin, ew dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.

Fransa vekişandina hêzên xwe yên serbazî ji nav axa Sûriyê, bi dîtina çareseriya siyasî bo krîza li wî welatî ve girê da.

 

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean Yves Le Drian ragihand, ku eger çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê hat dîtin, Fransa dê hêzên xwe yên leşkerî ji wî welatî vekişîne.

 

Di hevpeyvîneke televizyonî de, Wezîrê Derve yê Fransayê îro Pêncşembiyê ragihand ku hêzeke wan a biçûk li Sûriyê li tenişt hêzên Amerîkayê heye.

 

Derbarê egera vekişandina hêzên Fransayê ji Sûriyê de, Jean Yves Le Drian got: "Bêguman, dema çareseriyeke siyasî bê dîtin, em dê vekişin."

 

Wezîrê Fransayê herwiha got, “Li Sûriyê hevpeymana me ya herî mezin HSD/QSD ye. Ew li qadê li dijî DAIŞê têkoşînê didin. Biryara Amerîkayê ya vekişînê biryareke cidî ye, lewra HSDê dixe zorê. Ji ber vê jî divê em di qada navdewletî de ewlehîya hevpeymanên xwe dabîn bikin.”

 

Pêştir Fransayê ragihadibû, ku hêzên wî welatî ji Sûriyê venakişin û dê li ser erkê xwe yê di nav axa Sûriyê de berdewam bin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin